![]() | |
| | ||
![]() |
| | Seçenekler |
| | #1 |
| Hey Hey Heyv û rojî wek çirayî nayê vemirandin Gula li baxê Medyayî nayê çilmisandin Tu destana evîndara li paytextê dila Ronahî dide rojê bêhn dide gula Hey hey me bêriya te kiriye Hey hey tu sebr û tebate me Hey hey tu naçî ji bîra me Hey hey ey serokê gelê me Bû hekîmê derd û kula, ês û kedera Hesreta te dil dipêçe ey sahê dila Tu kilama azadiyê tim li ser zimana Stran û helbestî ji bo dengbêj hozana Ji cîhana evîndara te evîn çêkir Ey seradê asitiyê navê xwe lêkir Ewirê res û zilma tarî ji ser me te rakir Fikir û ramanekî azad ji nûve ava kir Gotin û Muzîk: Kawa Amara Hawarek hate ji dûrde tev ax û jane Ev hawar wek kêrekî tuje, derdekî girane Mîna sûrek li kezebê, birîn xedare Dûrketina te Amara çiqas dijware Dûrketina te delalê çiqas dijware Oy Amara can amara Oy Amara can Te navê rojê li xwe kir Can Amara can, Stêrka li berbanga rojêyî can Amara can Felek te bi ji me revand û birî Xwezil bi rojên çûyî, wan salên bihûrî Qedera res te ji me dûrxist xew ji çavan birî kerwan hatin û mesiyan lê tu tuneye Gotin: Kawa Muzîk: Kawa û Nedim Dag Ez û Tu Çima qet nakenin wan çavên resbelek Pir dixwazim zeriyê ez û tu bibin yek Bila bela bikeve derê Beko û fesadan Zeriya min xeyidî deriyê dil li min dada Neçe zeriyê neçe oy oy oy, ey yeka bitenê Heyrana bejina te xala li gerdenê Were zeriyê were zeriyê oy oy oy, ey yeka bi tenê Heyrana bejina te, xala li gerdenê Qeder ez kisandim nava çerxa felek Wek destar dihêre canê min dunya min bûye teng Pir dixwazim ez û tu bi miradê xwe sabin Nîvê emrê min çû lê ez mame dereng Ez bûme serxwesê wan çavên teyê res Bê te ez nexwesim ey zeriya rûges Xerîbwarim hêlînsarim bi dûrketina te Kesera canê min heyrana bejina te Gotin û Muzîk: Kawa Were Çiya bilind bejna te ye Reng sor û zer fîstanê teye Dilê min ji tere te birî bi xwe re Nizanim bi kuda dibî Were de were were de were Min jî hevalke bi xwe re Dil sewitî bi tîna teye Ez sewtîm bi hesreta teye Min ne hekîme min ne loqmane Bibe çare ji derdê min re De were evîn ji hesreta te, di dil de sîn hat Sed kul û birîn ma qey êdî tu nayê Ma tu namesî nava dilê min Bi hezkirina xwe tu paqij nakî birînê min Bi lêvên xwe tu maçnakî Çendî dijware hezkirina te Vê gaziya min tu qey nabihîzî? Tîrê çavan bese tu berde bedena min De were evîn derewe evîn derewe Gotin û Muzîk: Murat Yapistran (Ji kesên ku dixwazin heya dawiya jiyanê evînê bi evîndarên xwe re parve bikin). Dayê Pir geriyam nehist warek Tune wek te delal yarek Çend salin ez dûrim ji te Hesreta te can diperite Dayikê bêjim ezê bêjim Ji derdan re ez dibêjim Ês û kela xwe dirêjim Dayê dayê dayika minê Dayika min welatê min e Min pir dît yar li vê dinê Tune wek te sirîn yarek Tirsim bimirim li dûrî te Dayik san, seref, welat e Gotin û Muzîk: Kawa ( Ji hemû dayikên ku bi xwîna dilê xwe sirîniya xa, welat, ziman, stran û çanda Kurdî di dil û mejiyê me de bihêztir. Ji wan dayikên ku hemû xweziyên xwe birin jêr axa sar…) Mezopotamya Mezopotamya bûhêst bû We kir dojeh looo Nav cîhanê neman sinor Ev çi zilme lo, zarok dimirin li bin lingan, Dayik digirîn ji bo lorîkan Dikin qêrîn dibên hawar: Êdî bese loo…, êdî bese lo Özgürlüge susamis kutsal topraklar Sevgisi viran olmus, yürek yarali Sevgiye kursun sikmayin Analari aglatmayin, cani candan ayirmayin yeter artik loo.... Gotin û Muzîk: Kawa Texta Erebî: Hekîm Sefkan (Tu her hebî Sefkan can.) (Warê me bihûsta cîhanêye, cihwarê herî kevnarê jiyanê ye. Ev stran ji wan kesan re pêskêse yên ku bi xwîn û keda çend hizar salan hebûna me parastin û îro jî bi can û dil ji welatekî serbixwe û azad re xebatê dikin). Yara Sirîn Kurdistan ew yara sirîne Her gavê bo wê bihîvîme Disewat hertim bi evîne Ew çiyabe ez devîme Ji dil û can hezdikim ez Dibihûrî bi lez û bez Hesreta wê helandim ez Birîna min pir xedare Dixebitim ez bêwstan Dilpakim ji bo Kurdistan Ewe birîna vî dilî Wek gul û gulistan Gotin(helbest): Jîr Dilovan û Nûhat Amedî Muzîk: Nûhat Amedî (Ji hemû evîndarên doza bi san û serefa Kurdistanê re pêskêse). Hucra Tarî Ketim hucra res û tarî Min dî li min valaye Heyfa çavên res û belek Lê çi bi halê wefaye Pistî çavên res û belek Çibikim ji malê dunyayê Çaxa min xwe dî li vê dinê hertim li min belaye Xweda ma qey kesek tune Ji xêynî min li vê dunyayê Çi dinakî derewîne Çima dawî lênayê Dikim qêrîn, dikim gazî Kes li hawara min nayê Ewê ketî kes lêtune Tukesî dest nedayê Tenê mame li vê dinê Min ne dost û biraye Gotin û Muzîk: Koma Agirî (Ji hemû girtiyên doza azadiya welat re, ji wan keç û xurtên ku di mercên herî dijwar da ji bo serfirazî û azadiya me li berxwedan) Nazê Naza delal de tu berde naziyê xwe Were ji min re bêje çiye halê te Ma ji xeynê te bedew nemane Bedewiya te bûye bela serê te Lê zazikê lê nazê nazdarê Çima ji naziyê xwe nayê xwarê Naziya meke lê nazê nazdarê Nazê ji destê ax û eman Kanê soza te dabû min sala par Sal û dem li min diherikî weke av Ji ciwaniya min te emrê min xwar Te ez kustim nazê bi awirê çavan Tenê histim herdemê her caran Min got were tu nehat ez heyran Êdî ji min neke gazin û loman Gotin û Muzîk: Kawa (Pêskês ji wan kesan re yên di evîna xwe wefadarin) Lawiko Lawiko kele kela germa vê havînê De lawikê min nexwese nexwesê li nav nivînê Eza rebenê dikim cîkê lawikê daynim Li eywanê sanesînê Cotê resguliyê xwe ji lawikê xwe re Têxim baw û bawesînê heyanî sibê Li ber serê lawikê xwe rûnêm Ezê bêjim gelî mêr û zilama Hûnê ji kêleka lawikê min rabin We çima win nizanin lawikê min Lawikê min nexwese, bedhale tirsim ezê lawikê Xwe nebînim ezê bimirim bi vê kulê, bi vê kederê, vê birînê Way way bi vê birînê de were Ax de were de were de were keser û meraqa mi lawiko Ezê ketime toz û xubara germa vê bêderê Lawikê min nexwese, bedhale, ez nizanim birîna wî li kêderê? Ezê cîkê lawikê xwe daynim li eywanê li ber pencerê Lawiko derba te li min daye bîna tîra vê xencerê Ezê bêjim gelî mêr û zelama hûnê ji kêleka lawikê min rabin, lawikê min nexwese, pir bedhale Ezê cotê memikê xwe bidim desta, bila lawikê min pêsabe, bîna wî pêderê, tirsim lawikê min bimire, ez nebînim, ezê bimirim bi wî kulê, bi wî êsê bi wî keserê de were… Tekst û Muzîk: Gelêrî (Her çar perçên Kurdistanê) Serokanî: Dengbêj Maruf ( Pêskês ji hunermend û dengbêjin nemir ku bi huner û dengê xwe ziman û çanda me ji mirinê rizgar kirin: Evdalê Zeynikê, Kawîs Axa, Sakiro, Seroyê Biro, Karapêtê Xaço, Reso, Resîdê Baso, Nesrîn Sêrwan, Husêynoyê Musê, Birê Newrozî, Îranxanim û Meryem Xan, Mehmet Arif Cizrewî) Dilnaz Ji te hez dikim hezkirin bê te nabe Bawer bike esqa min ji te sar nabe Dikim nakim tu naçî ji bîra min Dîlnazê can te can daye canê min Dilnazê dil ketiya mine Kena wê dewata min e Evîna û xelata min e Dilnazê Ji te hezdikim Dilnaz tu nayê rayê Bê te sebra min nema li vê dunyayê Bi fitil û fena dixwazî ji min dûrkevî Li te digerim hêz li çokan nemaye Dilnazê hat war û malêm xemilîn Gulistana baxê min tev bû rengîn Li ber çavê min pir sirînî delalî Ji kaniya dilê min tu ava zelalî Gotin: Kawa Muzîk: Kawa û Mehmet Yapistran ( Pêskês ji wan ciwanan re yên ku ji nûxwaziyê û jiyana nûjen hezdikin). Husna Di yaylêda Di yaylêda Sivan pez beda çolê da destê xwe bi destê min de Yelekçeyê li yaylêda Hawar hawar Husna nayê Husna canê li kû maye? Li ser kaniyê li benda mine Husna bête sebra min nayê Baran barî girt çiyan da Dar hêsînbûn ji gulan da Felek mala te xirabe Baxsiz ketim je junan da Ar disewite di waran da Sivan pez berda yaylan da Felek mala te xirabe Bêkes mame li dîyan da | |
| | |
| | #2 |
| tesekkurler saolun | |
| | |
| | #3 |
| cok guzel bir bolum | |
| | |
| | #4 |
| cok guzel olmus elýne saglýk | |
| | |
| | #5 |
| tessekurler dsotum cok hos bir soz | |
| | |
![]() |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| |
Benzer Konular | ||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| Hozan Aydin Korkmaz: 2 Full Album | rawen_dersim | Silinen Konular ve Mesajlar | 8 | 13.11.2008 14:11 |
| hozan dino namus full album 2007 (upshare) | botani | Silinen Konular ve Mesajlar | 139 | 16.10.2008 21:27 |
| Hozan Kawa Serisi 4 Albüm (Direkt Indir) | Baris | Silinen Konular ve Mesajlar | 67 | 07.09.2008 14:27 |
| ^^SüPeR mSn SöZlErÝ Ve ReSiMlErÝ | bitanem06 | Resimler-Videolar-Animasyonlar | 12 | 01.09.2008 17:44 |
| kawa 3 seri album (upshare) | botani | Silinen Konular ve Mesajlar | 16 | 14.05.2008 12:58 |