| | Şıvan Perwer Biyografi (Kürtçe) Şivan Perwer Yek ji biranîna zaroktîya Mamosta Şivan ewe ku, cîran û derdoran bi dengê wê zarokatîya xweş stran hertim jê dixwestin „ Şivan aha ji te re du qend, stranekê ji me re bejê ! „. Xelkê dewr û bera wî, bi rastî jê hez dikirin. Ji ber ku wî atmosferek heskirinê diafirand. Şivan bi moralî û di nava wê atmosfera danûstandinê de mezin bû. Dewra çû xwendegeha destpêk, edî ji ber dengxweşî û evînîya hunerî, jê album çekirin dihate daxwazkirin. Lê li wê dewrê daxwazyake wî ya hunermendbûn tune bû. Daxwazîya wî ya hermezintirîn dewamkirina xwendina bilind bû, da ku rojekê weke rewşenbîrekî xizmeteke zanîstî bike. Ji ber ku hunerê Kurdî jî ketibû bin bandora Turkî, weke zimanê Kurdî. Ji her hêlê de Kurdayetî jî ketibû bin astengîyê. Lewma stran û awaz nalîniya daxwaz û dilêşîya jiyanê bû. Ku mirov dibîne li dawiyê biryara daxwaziyên dilê Şivan bi stranan têne der. Daxwazî bi reya stranê li gel xwe mebesta hevalbendî, mirovantî, dostî, azadî û aştiyê tîne ziman. Her stranek nuh bi xwe re mesajek nû dianî. Ji ber vê yekê jî, di destpêka 1975 kel û kilsa jiyanê Şivan kir hunermendekî bangewas û protest. Jê dihat pirsîn; ji bo çi te şans û şuhret nebijart? Şivan digot „ Min dixwest her stran ji bo rastî daxwazî, rewş, azar, êş, bindestî û daxwaziya gelê min rastiyê bîne ziman. Min xwest ez ruyê muzîka Kurdî yê rastî bidim ber çav, kesayetî bidim qebûl kirin. Bi muzîk xizmeta xelkê xwe bikim. Ji ber ku li ser êş, elem, dilşewatî, qederreşî, bêhêvîtî, bêmoralî, bêrewşenî û hwd serê gelê Kurd tevlihev kiribû. Muzîk bûbû parek her giringtir li jiyana me. Şivan teorî û perwerdebûnek muzîkî di destpêkê de negirt. Wî matematîk dixwend. Lê pêre ji ber serpêhatî û giringîya xizmetek rasterast pêwîst bû xwe bi hunerê bixemilanda. Roj bi roj stranên nuh der anî, lêkolîn li ser rastîya jiyanê, derhekê edebiyatê, dîrokê, felsefê, polîtîka, rewşa socio-aborî û socio-çandî ketibû nava kurayak pir berfireh û evan hemû bi muzîk stira û kir stran. Gava mirov stranê wî guhdarî dike evan hemûyan têde dibîne. Bi rastî jî zankoya jiyanê ya hunerî teberkir. Zatî zanista û rewşenbîr jî li ser fikr û ramanên weha lêkolîna dikin û dixin warê perwerdebûnê. Em dikanin bêjin ku eve zankoya Şivan. Huner berfireh bû û Şivan Perwer bû hunermendekî navnetewî. Şivan Perwer navêkî bi hêz û heyecane. Ji hemû hunermendan ferqa wî jî eve: jiyana wî weke bahozêye. Dengî wî weke babelîskêye. Herdû li hevdu dipiçikin û di serê mirovade guhertinê çedike. Dema li ser sanoyê li hemberê temaşevanan distrê, hewqas konsentre dibe ku mirova jî bi xwe re jîyandin dide. Ger mirov zimanê wî tenegeheje jî, li hal û hereqetên wî her mebest berçav dibe. Mirov li gel stranê wî dikeve nava rastîya jiyanê. Derhêze dibe, tê galeyanê, motîfe dibe û dikeve nava lorîna fikr û ramanên wi yên bi azadî, aşitî, rastî, rêzanî, mirovantî, evînî û bi wan daxwazîyan sergobergo dibe. Di encam de motîfê dibe û keseyetîyake Kurdperwer derdikeve holê. Eve Kurdê Şivan Perwer. Di vê qonaxê de Şivan bûye destanek jîndar, û digere li hemû hêlên cihanê. Ji bo piştgirî, alikarî, hunerî û multi-kulturel festivalan, li royê cihanê digere û doş dibe. Stranên wî rengînin: klassîken gel, foklor, lawje, lorîk, pêşmerge, niştimanî, payizok, qehremanî, felsefî, parabolîk û bi her motifê meqeman hatîye afirandin. Bi cuda zaravên Kurdî distrê. Zêdeterî 30 salane ( ji sala 1976 anve ) derbedere. Şivan pir zehmet û ezab kişand lê pir heskirin û dilxweşî jî dît. Ji gelek mirinan xelas bû, lê bi stranên wî gelek kesan jî şehîd bûn. Şivan bû hunermendê aştî, azadî, şehîdan, welatperwerî, netewayî, yanî figurê hunera azadî. Ji ber vê yekê jî qasi hezkiriyên wî, nebaş, kumreş û dijminên wî jî zêdetir bûn. Jiyana Şivan firtineye. Şivan Perwer îro li Almanya bi war bû ye. Ji ber xebat û xizmetê li hemû hêlên Cihanê digere. Li sala 1991 li konserta Simple Truth li gel Peter Gabriel, Sting, Paul Simon, Tom Jones, Gipsy Kings û gelek Hunermendên Cihanê pêkve peşewar bû. Ew konsert gringtirîn yek li konsertên Cihanî bû ku ji bo alikarîya derbederbûn û helakbûna Kurda li Başûrê Kurdistanê di dema şerê Golfê de. Berhemên Şivan Perwer zêdetir ji 25 Muzik-Albuman, Gelek klîp û fîlmên Dokumentarî û Jinenigarî, 3 pirtuk û hwd. îro hene. Betir ji 30 salan xizmet kirîye. Bi gelek xelatên Netewî û Navnetewî hatîye pêşwazî kirin. Doktorayên Hunerî wergirtîye û bi navê Berpirsiyarê Çanda Kurdi li Cihanê hatîye bijartin. Di sala 2004 an de, Şivan Perwer çend gavên gringtir û pêşewartir avêt. Bi însîyatîvek philanthropic û bi taybetî ji bona pêşde xistina çandê ji bo civakê, Fonda Çanda Navnetewiya Şivan Perwer bingeh kir li Frankfurt a.M, Almanya.  |