CAYBURG.COM
Kürtçe Þarký Sözleri Kürtçe Þarký Sözleri için paylaþým alaný - Lyrics
Cevapla
Koma Azad - Gotinên Stranan Bu konu 157 defa okundu ve 10 yorum yazildi.
 
Seçenekler
Alt 06.05.2008, 11:54   #1
rawen_dersim
Gold Members
Arrow Koma Azad - Gotinên Stranan

Dara Jînê me
Ez Dara Jînê me li nav rojhilata navîn
Min gelek ba û bager dît lê ez neþikestim
Min gelek ba û bager dît lê ez neþikestim

Ez bûm tov ketim erdê þîn bûm li kulîlkên Adarê
Li Herekol, Cûdi û Sîpanê, Munzur, Deþta Heranê
Li Herekol, Cûdi û Sîpanê, Munzur, Deþta Heranê

Di ciyê avê de min xwîn vexwar
Pêlgê min weþîyan lê ez hiþk nebûm
Pêlgê min weþîyan lê ez hiþk nebûm
Gotin û Muzîk: Þefiq

Hinda bû

Hinda bû ax hinda bû
Çavên reþ biryên xelek
Ber çavê min hinda bû


Ez hatim mala yarê
Bejin zirav wek vê darê
Min nedî wek vê yarê
Hinda bû ax hinda bû

Mala yarê li jor e
Kulîlka girtî dor e
Evîndarî ewqas zor e
Hinda bû ax hinda bû
Gotin: Yilmaz Dunen
Muzîk: Abdullah Karakaþ

Kes nema
Kes nema li dinyayê
Tevahî bûne serbest
Bindestî ne para me
Êdi de rabin þerm e
Azadbûn rûmetî ye
Wekhevî aþitî ye
Derbas bûn dem û dewran
Li me bu derengî ye

Azadbun rûmetî ye
Wekhevî aþitî ye
Derbas bûn gelek peyman
Li me bu derengî ye

Welat li benda me ye
Niþtiman li hêviya me
Emê kar bikin bilezînin
Azadî nêzî me ye
Evîndar im ji bo te
Bi peyman û bi sond e
Ev warê bav û kalan
Em nadin darê zorê
Gotin û Muzîk: Mamoste Emer

Lawiko
Emman emman lawiko
Tu mêrxas î egîdo
Xwîna te pir þêrîn e
Jîyan ji te girtine

Çûm berîka baranê
Fuat egidê min kanî
Li Stenbolê þehîd ket
Dilê me agir pê ket

Evin ji te ra jîn e
Þoreþ ji gel re tîne
Di rêya azadîyê de
Barê mezin hiltîne
Gotin û Muzîk:Silêman-MervanCandaþ


Xerîbim
Ji te dûr im li van Çolan
Dinya limin bûye zîndan
Xerîbim ez xerîbim

Xerîbim ez xerîbim
Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar
Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim
Ji kezebê dinalim way

Dayê bê te ez sêvî me
Wek teyrê baskþikestî me
Xerîbim ez xerîbim
Xerîbim ez xerîbim
Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar
Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim
Ji kezebê dinalim way

Gava tu têyi bîra min
Xerîbî diçe zora min
Xerîbim ez xerîbim
Xerîbim ez xerîbim
Dimrim ez te nebînim yar yar yar yar
Xerîbim ez bêhalim xerîbim ez evdalim
Ji kezebê dinalim way
Gotin û Musik : Mistefa Gazî


Kemberzêr
Kemberzêrê kember zêr
Kemberzêrê Qaþ mermer

Fîstan sorê kezî zer
Kembera xwe dida ser
Lawkê xemla xwe girêda
Reþ rihana xwe dida ser

Kemberzêra heldayî
Bav delala heldayî
Xizim zêra bedayî
Feq tuj lewra axayî

Kemberzêra Boþatî
Bav delala Boþatî
Tu bi xizêma þimþatî
Zû çûyî dereng hatî

Kemberzêra zin zinî
Bavdelala zin zinî
Xizimzêra mezin î
Bimrî û bijî a min î
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Ferqîn)

Delal
Heywax delalo heywax
Derbasdibe dem û çax

Binêr ketim tengayê
Gazî dikim tu nayê
Ezê çawa xew bikim
Bê welat xewkam nayê
Dîsgotin

Ez bindest im ez hêsîr
Dest û lingên bi zêncîr
Hêvya te me delalo
Çavê min li çar hawîr
Dîsgotin

Ka destê xwe dirêj ke
Min ji vê çerxê xelas ke
Tu jî her wekî Kawa
Navê Kurd serfiraz ke
Dîsgotin
Gotin û Muzîk: Nenas

Lo rezo
Lo rezo rezo rezo, narim kolana reza
Lo rezo rezo rezo, narim kolana reza

Tiryê rezêm cirdik e narim kolana reza
Kolana rez hindik e narim kolana reza
Dîsgotin

Tiryê rezêm spî ye narim kolana reza
Kolana rez hêdî ye narim kolana reza
Dîsgotin

Tiryê rezê min reþ e narim kolana reza
Kolana rez çi xweþ e narim kolana reza
Dîsgotin
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Ferqîn)

Newroz
Tu cejna gelê Arî Newrozê Newrozê
Em karkerê vî karî Newrozê cejna me
Emê hildin vî barî Newrozê Newrozê
Werin geþkin vî arî Newrozê cejna me

Nerozê Newrozê Newrozê cejna me
Nerozê Newrozê Newrozê cejna me

Bêhna te gelek xweþ e Newrozê Newrozê
Por sorê çavê reþ e Newrozê cejna me
Bi çiya ve hildikiþe Newrozê Newrozê
Govenda te þoreþ e Newrozê cejna me

Newroza gelê bindest Newrozê Newrozê
Te jiyanek nû dixwest Newrozê cejna me

Ezê pêçim çek û rext Newrozê Newrozê
Ta te bibînim ser text Newrozê cejna me
Dîsgotin
Helbest: Mele Ehmet
Muzîk: Hemdem

Þox û þeng
Li dil halan û talan e
Cîhan bû berdî berdan e
Çi karim xweþ bikim dilko
Di nav talan û cenga bî

Dilê min xweþ nebû carek
Limala þox û þenga bî
Çawa dilxweþ dibe yê ku
Di nav pençê pilinga bî

Tu zanî ez evîndar im
Dijîm lê bê cî û war im
Li ku warê xwe digrim ez
Ku dil rengê kerenga bî

Keleþnîkof bi dest yarê
Bi doza kûþtina dil tê
Gelo rûgeþ dibe ê ku
Birîndarê tifinga bî

Min dipirsî ji tenê bûna sitêrkê li esmana
Keskesora evsûnî xûþka rojê û barana
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal ninalim lo
Þev û roj limin tarî xewnan digerim lo

Min dipirsî ji dîroka bav û kalana kevnare
Ji ew dildarên ku evîna wan tev pîrozvane
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal ninalim lo
Þev û roj limin tarî xewnan digerim lo


Min dipirsî ji pêkerênme yên kevnare
Ew xêzên veþartîyê rê yê wan qe deng nade
Digerim nagerim ez te nabînim lo
Te sikratê me ez bê hal ninalim lo
Þev û roj limin tarî xewnan digerim lo

Dîsa Tu
Dîsa tu hatî bîramin
Dîsa pir bû kedera min
Guh bide vî hewara min
Ji te dûrim bîrîn kûrim


Tu yî bûhara emrê min
Tu yî noþtara dilê min
Binêr çawa ye halê min
Ji te dûrim bîrîn kûrim

Þev û roj be nal û axîn
Þev û roj be sewt û qêrîn
Kezeba min tev bûye xwîn
Ji te dûrim bîrîn kûrim

Tu yî bûhara emrê min
Tu yî noþtara dilê min

Binêr çawa ye halê min
Ji te dûrim bîrîn kûrim

Kes nizane bêrûja min
Wî xem û jan û êþa min
Çê bikim hinda ye roja min
Ji te dûrim bîrîn kûrim
Tu yî bûhara emrê min
Tu yî noþtara dilê min
Binêr çawa ye halê min
Ji te dûrim bîrîn kûrim

Evîna Te
Evîna te dilê min da bû bîrîn
Ev çend sale jan dikþinim
Wê dilê min tim bi kul be
Xelasbûna te nebînim

Tu delalî xewna gerî
Tu bi xemî yara minî
Tu niþtimankî ewarî
Dil xilasbû îro ji tengî

Ez ketême bîrek tarî
Kor û dirêþ reþ û sahî
Wê bibine sibê û roj
Ew çav êmin welatê min

Hêstêrê Çavê Min
Hêstrê çavê min
Dîsa dibare
Ez dikim nalîn nalîn

Gula çîya ye
Vazîz mera ye
Tu kûlîlka ser dila ye

Hêstrê çavê min
Dîsa dibare
Ez dikim nalîn nalîn

Gava te tînim
Bîra dilê xwe
Ronya tefînim
Çira çavê xwe

Hêstrê çavê min
Dîsa dibare
Ez dikim nalîn nalîn

Dibê xwe xelde
Li ser dilê min
êvi xwelîkim
Di hêsêlê min

Keko Ez Jarim
Keko ez jarim û birîndarim
Ji derdê welat ez kûr dinalim

Ez dûrê welat bê kes û malbat
Canê min dêþê dilê min bi þewat

Dilê min seyda sala mam xeyda
Keko nabêjî çi bûye bi seyda

Kuro Were
Zivistan çû dem bûhare kulîlk biþkîvîn
Çiqas xweþe em li cem hev dilê me bi evîn
Zivistan çû dem bûhare kulîlk biþkîvîn
Çiqas xweþe li hinda hev ez û tu bi evîn

Were li hêvya te me were li benda te me

Kuro were waxt derenge xwe bilezîne
Were vi xem û kederê ji dilê min derine
Kuro were waxt derenge xwe bilezîne
Were vi êþ û elemê ji dilê min derine

Were li hêvya te me were li benda te me

Kuro were vî kolanê li hêvya teme
Were em herin dîlanê li benda te me
Kuro were vî kolanê li hêvya teme
Were em herin seyranê li benda te me

Were li hêvya te me were li benda te me

Lê Esmerê
Esmerê lê lê esmerê
Delalê lê xifta zerê
Ji te bênek pir xweþ tê
Mîna misk û emberê

Esmerê lê çav bi kilê
Deng xweþê li deng bilbilê
Te ez kuþtim ez helandim
Mina berfa mam derê

Esmerê lê kezî hûrê
Xweþikê lê bê qûsûrê
Esmerê lê pûrî hûrî
Xweþikê lê bê qûsûrê
Ka maçekî lê bi de min
Kûbrê li çav mehmûrê

Mihtacê Te Me Ka bêje te j imin xêre
Ma te l imin çi awire
Ka bêje te j imin xêre
Were destê min bigêre
Cano ez mixtacê te me

Têm ba te tu guh nadî min
Derd û xeman hev didî min
Têm ba te tu guh nadî min
Binêre li vî halê min
Cano ez mixtacê te me

Þev û roj ea bi gîryanim
Dil bi feryad û fîganim
Þev û roj ea bi gîryanim
Çi bikim ez qet nizanim
Cano ez mixtacê te me

Sar
Payîze çi sare ser çiyan berf dibare
Ez li ser Gebbarê bin berf û barane
Zikê têr û birçime pêxasim ez tazîme
Payîze sar payîze payîze sar payîze

Payîze çi sare ser çiyan berf dibare
Bêrîna min pir kûre ya te ji ya min kûrtire
Ezim ez keça te me tu yî dê û bavê min
Ezim ez kurê te me dev ji te bernadin
Payîze sar payîze payîze sar payîze

Roja Min
Ser bilindim ez bi te
Pir þadim bi navê te
Can fedame ji bo te
Ey roja min roja min

Ey roja min roja min
Tu yî nîþana doza min
Ey roja min roja min
Çav kanî ya hêza min
Berê ez di xewda bûm
Nezan bûm sîtem barbûm
Tu hat bite þiyar bûm
Ey roja min roja min

Ey roja min roja min
Tu yî nîþana doza min
Ey roja min roja min
Çav kanî ya hêza min

J ite digrim hêrsa xwe
Dimeþim bo doza xwe
Bi cîh tînim soza xwe
Ey roja min roja min

Ey roja min roja min
Tu yî nîþana doza min
Ey roja min roja min
Çav kanîya hêza min

Þar
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê
þar a bûkam reþe weylo weylo
Þar a bûkam reþe dayê xerîbim dayê
Gundîyan girtî meþan weylo weylo
Gundîyan girtî meþan dayê xerîbim dayê

Wey malîno kûreya wan çîyayên wê lê tabrê
Qersê Wey gundîno kûreya wan çîyayên wê lê tabrê
Qersê Weyla kulê tu bi kul bî bikevî
mala dawetê wê wê singê ersê
Wê wê aman þarê
aman þarê wê aman þarê
Derdê þar êli min bûye dendika jerê

Þar a bûkam sore weylo weylo
Þar a bûkam sore dayê xerîbim dayê
Gundîyan girtî dore weylo weylo
Gundîyan girtî dore dayê xerîbim dayê

Wey malîno þara serê wî lo li min begeweze
Wey gundîno þara serê wî lo li min begeweze
Wêleh þara serê min dane serê wî . aman þarê
Aman þarê wê aman þarê derdê þar êli min bûye dendika jerê
Þar a bûkam sîpîye weylo weylo
Þar a bûkam sîpîye dayê xerîbim dayê
Xêlya xwe danîye weylo weylo
Xêlya xwe danîye dayê xerîbim dayê
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê

Wey malîno þara serê wî lo li min badane
Wey gundîno þara serê wî lo li min badane
Wêleh reþê þara wêê li min badane wê aman þarê
Aman þarê wê aman þarê derdê þarê li min bûye dendika jerê
Weylo weylo weylo dayê xerîbim dayê.

Xûnav
Dîsa giran bû derd û kulên min
Ez têm sûwarbûm bayê dilê min
Baranê likir derda li in çêkir
Derdê min kir bêtêr weylo li min

Dema xûnavê tu li ber çavê min
Germahîya te rihê canê min
Baranê likir derda li in çêkir
Derdê min kir bêtêr weylo li min

Eþka te yê kur ev dil þil bûyî
Hesreta te yê dûr xûnav kul bûyî
Baranê likir derda li in çêkir
Derdê min kir bêtêr weylo li min

Zîvker
Ax loy loy lo zîvkero

Zîvker ji taxa jorîne
Çibke goharê zêrîne
Gohê yara min dihêþine
Gohê gewrw min dihêþine
Xwedê çavê wî birîjîne

Zîvker ji taxa beleke
Çibke goharê xeleke
Gohê yara min kurtike
Gohê gewrw min kurtike
Xwedê çavê wî korbike

Zîvker nîne sabûn pêje
Hemî pethê xwe dibêje
Gohê yara min dirêje
Gohê gewrw min dirêje
Xwedê çavê wî birêje

Ax loy loy lo zîvkero
rawen_dersim isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
rawen_dersim, Tesekkür Edenler:
Alt 15.05.2008, 04:25   #2
Bay cudi_lee
Bronze Members
Standart

gelek spas býramýn
cudi_lee isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
cudi_lee, Tesekkür Edenler:
Alt 30.05.2008, 22:53   #3
Bayan dilayla
Bronze Members
Standart

cok severek dinledigim kürtce bir sarki vardi.. yanlis hatirlamiyorsam adi "irosida" idi... ama ne sarkiyi ne de sözlerini bulamiyorum...
dilayla isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
dilayla, Tesekkür Edenler:
Alt 06.06.2008, 13:35   #4
Bay tolhiltan
Silver Members
Standart

kürtce olan parcalarýn hepsi güzel bence secmemek lazým tþk
tolhiltan isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
tolhiltan, Tesekkür Edenler:
Alt 07.06.2008, 00:09   #5
serdardiyar
Ilkokul 1. Sinif
Standart

bu aralar düðün vardý.bu sözleri bulup ezberleyip düðünde söylemek istitordum.iyi denk geldi.emeðinize saðlýk
serdardiyar isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
serdardiyar, Tesekkür Edenler:
Alt 14.08.2008, 01:52   #6
uysalova
Guest
Standart

bence secmemek lazým tþk
  Alıntı ile Cevapla
, Tesekkür Edenler:
Alt 15.08.2008, 16:39   #7
Bay xxxankaxxx
Bronze Members
Standart

palaþýmýn için tþk devamýný bekliyoruz
xxxankaxxx isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Alt 22.08.2008, 14:02   #8
isyan82
Ilkokul 1. Sinif
Standart spas

ellerin dert görmesin heval
isyan82 isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Alt 24.08.2008, 15:18   #9
Bay agýt_2121
Ilkokul 2. Sinif
Standart

paylasýmýn ýcýn tskler
agýt_2121 isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Alt 28.08.2008, 08:48   #10
miro1
Bronze Members
Standart

guzel sozleri var koma azad sagol dostum
miro1 isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Seçenekler

Yetkileriniz
Yeni Mesaj yazma yetkiniz Aktif deðil dir.
Mesajlara Cevap verme yetkiniz aktif deðil dir.
Eklenti ekleme yetkiniz Aktif deðil dir.
Kendi Mesajýnýzý deðiþtirme yetkiniz Aktif deðildir dir.

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-KodlarıKapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvpl Son Mesaj
Koma Azad / 3 Ful Albüm berjin Kürtçe Full Albümler 17 Dün 17:09
Koma Azad Cemrem Özgün Sanatci Biyografileri 12 22.08.2008 21:15
koma azad (dýgerým nagerým) ibrahim21 Silinen Konular ve Mesajlar 2 04.12.2007 09:40
koma azad (xeribým) ibrahim21 Silinen Konular ve Mesajlar 0 02.11.2007 18:10
Koma Azad - Xerib im Sêrxun Silinen Konular ve Mesajlar 2 25.09.2007 03:45

Paylaþmak Özgürlüktür - Arşiv - Yukarı git Web Stats
Rapidshare Uploaded.to Uptal.com Upshare.NET Filefactory.com Anket WinRAR | File Hosting Free Kurd Radyo Dinle Bedava Albüm Indir Yeni Albüm Albüm Paylasim .Net .Org
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114 115 116 117 118 119 120 121 122 123 124 125 126 127 128 129 130 131 132 133 134 135 136 137 138 139 140 141 142 143 144 145 146 147 148 149 150 151 152 153 154 155 156 157 158 159 160 161 162 163 164 165 166 167 168 169 170 171 172 173 174 175 176 177 178 179 180 181 182 183 184 185 186 187 188 189 190 191 192 193 194 195 196 197 198 199 200 201 202 203 204 205 206
Powered by vBulletin® Version 3.7.5 ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
Bütün Zaman Ayarları WEZ +2 olarak düzenlenmiştir. Şu Anki Saat: 15:54 .