CAYBURG.COM
Kürtçe Þarký Sözleri Kürtçe Þarký Sözleri için paylaþým alaný - Lyrics
Cevapla
Xero Abbas Bu konu 153 defa okundu ve 2 yorum yazildi.
 
Seçenekler
Alt 06.05.2008, 11:35   #1
rawen_dersim
Gold Members
Arrow Xero Abbas

Derdê dûrî
Xem û derdê min dinyayê birin
Roj û þevê min pêt û agir in
Heval û Hogir teva barkirin
Nizanim sax in nizanim mirin
Nizanim gunhê min çibû
Hey dunya yê hey dunya yê

Tev bûne rewî, ketin ser riyan
Bûne wek teyrên, ji ref qetiyan
ez mam bê xwedî, li vê xerîbiyê
ez mame xerîb, li nav xwediyan
Nizanim gunhê min çîbû
Hey dunya yê hey dunya yê

Jiyana min bû, wek þevek tarî
Piþta min tewiya, ji bar Giranî
Hêstir ji çava, ser rû dibarî
Nebextê zemên, ku bimin dikarî
Nizanim gunhê min çîbû
Hey dunya yê hey dunya yê

Xew neket çava, dimînim þiyar
çav li riya wa, ji mir bûye kar
Havîn zivistan, nabê wa hat buhar
Xerîbî tucar ji mer nabê war
Nizanim gunhê min çîbû
Hey dunya yê hey dunya yê
Gotin û Muzîk: Xalid Zinal

Çima yarê
Çima yarê çima
Dil kirye bahra xema
Carek nadêm sozê
Her tim dibêjêm hema

Dînim gava tu dûrî
Nîvê emrêmi dibûrî
Dimrim ji ter nexema
Dimrim ji ter nexema

Wer dam biçin germavê
Nav çîmena û ber tavê
Ji zûva li benda tema
Ji zûva li benda tema

Ma gelo evîn wihaya
Hemû êþ û belaya
Ti hêz diminda nema
Ti hêz diminda nema
Gotinû Muzîk: Peywan Arjîn

Evîna pêþî
Por berda wê li ser mila
Herdû çav tijî kila
Lêv sora weke gula
Lêlê lêlê lêlê
Derbasbû bilêva kenî
Kes nedît wê mi bitnê
Didilda migot tu ya minî
Lêlê lêlê lêlê

Derbasbû wek perîya
Meþek kir wek horîya
Min nasnekir ew kîya
Lêlê lêlê lêlê
Wêjî dît min lênerî
Rawesta hêdîperî
Têrnebûm ji dîtina zerî
Lêlê lêlê lêlê

Li xwe fitilî bimir kenî
Go bid pey min ez benî
Min bighê heya biderî
Lêlê lêlê lêlê
Me sozek bihevre da
Ku çênebê tu bela
Ewe bûk ez zava
Lêlê lêlê lêlê
Gotin: Husên Abbas.
Muzîk: Xêro Abbas.

Rêwî
Westîyabû ji rêka dûr
Dinalîya ji birîna kûr
Piþta xwe da dareke sitûr
Û distira û distira

Hey lêwayê li minê
Li min koçerê rîya mirinê
Li min hêsîrê destê nezanê dînê
Hey li minê !.........
Rîyê li ber min sisê û çarin
Rîya pêþî bitirse çete kozik têde vedane
Rîya diduwan diçê biber roma bê îman
Rîya sisîyan bi keleme û bikaþ û newale
Hêz di çogê mide nemane
Rîya çara para mine ezê li dar û berê çîya
Bibim mêhvan heya mirinê.
Gotin û Muzîk: Hekîm Sefqan

Hatî birêve
Hatî birêvê bîhok û sêvê
Destê xwe da min ew þekir lêvê

Sînga sipî da..dabû alîyê xaç
Wekî mirîda mi çand hezar maç

Bisk didan alî ser rûkê min geþ
Bihezar salê ez dimam nexweþ

Ketim lehîya sor pêra diçim jor
Dar û av û çem ken li hawêrdor.
Helbest: Helîm Yûsif
Muzîk: Mustefa Kendeþ

Dil þikestî
Bê evîna te li min çi sara
Çendî þikestî û dil bê wara
Çav pirsîyarî ji gul û ji dara
Ma gelo rojekê tê li min vegerê
xerîbê lê, vegera lê
wekî berê, wekî berê

Hê li bîra min hêsrê çavê ta
Gava tu çûyî te got bixatirê ta
Ez bihêvîma go bêma bîra ta
Bendewarim roja hatina ta
xerîbê lê, vegera lê
wekî berê, wekî berê

Gava ku roj herê ava
Pêra dimrê ronya tava
Çûk û bilbil vedigerin hêlînê
tu bitenê tê bîra min heyy lê þêrînê.
xerîbê lê, vegera lê
wekî berê, wekî berê
Gotin: Bextiyar Sefo
Muzîk: Xalid Zeynal

Sibe zû
Sibê zû hat ba min
Bêhna gula hate min
Dil sipî bû wek rokê
Dinya û alem bû li cem min

Sibe zû hat odê
Ruh û canêm þinda
Gava mi go tu ji kû tê
Go ez horîya xwedê da

Li bendî te mam ji mêjda
Hey kanîya jîyanê
Neçirvano qurbanêm
Hey xezala li berîyê

Sibê zû hat ba min
Bêhna gula hate min
Dil sipîbû wek rokê
Dinya û alem bû li cem min
Gotin û muzîk: Ciwan Þêxo

Sûnda min
Ka ew buhara xweþ û Þêrîn
Ka ew gulên sor û rengîn
Dilêm tev bû kul û birîn
Ji xerîbîyê Hêsir digrîn

Kurdistana me jêra divê
Jêre divê, pir mal û xwîn
Ezê bidim ew dil û cerg û jîn

Ez sûnd dixum biþehîdê kurdan
Wan þehîdên ku didilde man
Ez sûn dixum bileyla hesin
Bileyla hesin û Leyla Zana
Ez sûnd dixum ku rizgarbikim
Welatê xwe kurdistan, ax...
Gotin: Feyrûþe Haco
Muzîk: Xêro Abbas

Þikrîya
Þikrîya Þikrîya
Eman neman þikrîya
Way eman neman þikrîya

Þikrîya Þikrîya
Eman neman þikrîya
Delala dilêm þikrîya
Ava serê kanîya
Eman neman þikrîya
Way ava serê kanîya
Þikrîya Þikrîya
Eman neman þikrîya
Delala dilêm þikrîya

Fîraqê ji bîr meke
Li vê dunyayê adete
Lo, vînî her adete
Þikrîya þikrîya
Eman neman þikrîya
Way eman neman þikrîya
Ava serê kanîya
Eman neman þikrîya
Delala dilêm þikrîya

Pirsa neke ez kîme
Ne mehkûm û xwînîme
Wez hêsîr û girtîme
Þikrîya þikrîya
Eman neman þikrîya
Way eman neman þikrîya
Ava serê kanîya
Eman neman þikrîya
Way ava serê kanîya.

Gerek em bihevrebana
Gerek dilê me yekbana
Dunya hingî wê ya me bana
Þikrîya þikrîya
Way eman neman þikrîya
Berfa biþev barîya
Li ser dev û lêvêm helîya
Way eman neman þikrîya
Gotin û Muzîk: Gelêrî (Qamiþlo)

Serpêhatiya nisran
Roj diçû ava...
Dikiþand tirejên xweyî zêrîn.
Girê mezin derbasdikir û digiha yê biçûk û awir divedan!
Car carna radiwesta li piþt xwe dimeyzand.
Hêdî hêdî xwe diveþart û dikete bextê girê tirban!
Go were Þevê... tarîke ji xwere erd û çol û ezman!
Mi go Þevê... tarîke ji xwere erd û çol û ezman!

Min jî da, rê ji dugirê, min berê xwe dida...
Nisran nisran.
Þevê bandikir... Go ho tu min nabê mêhvan.

Þev dikenî dirahiþte heyvê û çend sitêrka Bisênga xweve daleqand.
Digo nexwe gelek xeman.
Piþtî tarîyê wê bibê ronî wê herin ew kulên teyi giran.
Lê min dixwest ji þevê bipirsim.
Gelo wê domkê heta kengî ev dem û dewran?
Kete navbera min û þevê de.
Ewrina Reþ û tarî û dest pê dikir dibû teyrok û baran.
Min bandikir þevê.
Þevê, Þevê, Þevê...
Gotin: Husên Abbas
Muzîk: Xêro Abbas
rawen_dersim isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Alt 07.06.2008, 00:13   #2
serdardiyar
Ilkokul 1. Sinif
Standart

spas dýkým jý bo kedate
serdardiyar isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Alt 28.08.2008, 09:01   #3
miro1
Bronze Members
Standart

cok guzel soyliyor xero abbas sagol
miro1 isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Seçenekler

Yetkileriniz
Yeni Mesaj yazma yetkiniz Aktif deðil dir.
Mesajlara Cevap verme yetkiniz aktif deðil dir.
Eklenti ekleme yetkiniz Aktif deðil dir.
Kendi Mesajýnýzý deðiþtirme yetkiniz Aktif deðildir dir.

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-KodlarıKapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Benzer Konular
Konu Konuyu Başlatan Forum Cvpl Son Mesaj
Xero Abbas derdo45 Kürtçe Þarký Sözleri 2 14.09.2008 12:06
Alin u Xero Abbas -Min Bihisti- Mérxas Kürtçe Full Albümler 1 29.08.2008 06:51
Xero Abbas - dil Sikesti [sarki sözleri] Sêrxun ÞARKI SÖZLERÝ - LYRICS 7 26.02.2008 08:38
Xero Abbas (þev çu) video klip indir ibrahim21 Silinen Konular ve Mesajlar 1 04.02.2008 17:01
Xero Abbas Dil Sikesti [Tamami ] Sêrxun Silinen Konular ve Mesajlar 4 09.01.2008 11:01

Paylaþmak Özgürlüktür - Arşiv - Yukarı git Web Stats
Rapidshare Uploaded.to Uptal.com Upshare.NET Filefactory.com Anket WinRAR | File Hosting Free Kurd Radyo Dinle Bedava Albüm Indir Yeni Albüm Albüm Paylasim .Net .Org
1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52 53 54 55 56 57 58 59 60 61 62 63 64 65 66 67 68 69 70 71 72 73 74 75 76 77 78 79 80 81 82 83 84 85 86 87 88 89 90 91 92 93 94 95 96 97 98 99 100 101 102 103 104 105 106 107 108 109 110 111 112 113 114 115 116 117 118 119 120 121 122 123 124 125 126 127 128 129 130 131 132 133 134 135 136 137 138 139 140 141 142 143 144 145 146 147 148 149 150 151 152 153 154 155 156 157 158 159 160 161 162 163 164 165 166 167 168 169 170 171 172 173 174 175 176 177 178 179 180 181 182 183 184 185 186 187 188 189 190 191 192 193 194 195 196 197 198 199 200 201 202 203 204 205 206
Powered by vBulletin® Version 3.7.5 ©2000 - 2009, Jelsoft Enterprises Ltd.
Bütün Zaman Ayarları WEZ +2 olarak düzenlenmiştir. Şu Anki Saat: 20:00 .