![]() | |
| | ||
![]() |
| | Seçenekler |
| | #1 |
| Xezal Xezal Xezal Xezal de hayê hayê... Îro minê dîbû mala Xezala min barkir çû zozana oy cefayê Þewtê kulê dilêm pir bûn Xezalê... hayê... Ezê van kulê dilêm’ heya dare bûye j’tere bibim Cem aþiq û cem xozana.. oy cefayê.. Gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin Ma rûkê Xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy Xezal Xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan Ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê Xezal biyan e oy Xezal, Xerîbî zor e oy cefa Belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e Xezal Îro minê bala xwe didim çiyayê Sîpanê Xelatê berfê lêkir oy Xezal Dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê Sala par heta van çaxana Xezal ya min bû Sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir.. Xezala min biyan e Gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê Buharê hat Buharê Buharê hat Buharê Gul vebû li rûkê yarê Wexta çavê min lêket Aqil ji serê min çûbû derê Buharê hat Buharê M’gulek dî l’rûkê yarê M’bala xwe da vê gulê Ji dil de evîndar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar hat tevb’gihayê Tev girt çol û çiyayê Buhar hate govendê Govend qada mêra ye Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhara me þêrîn e Tevde gîhayê hêþîn e Keçê dilê min xweþ ke Giþ bi kul û brîn e Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Buhar çi xweþ û rind e Tev girt bajar û gund e Keçê te ez helandim Carek serî limin hilde Buharê hat Buharê M’gulek dît binya darê Bala xwe dam wê gulê Ji dil de evîdar e Hin pir gulêm pir hene Gulê min wekî te ne Behra Wanê Oy… De îro mi go dilê min bû Behra Wanê Kelemê derd û kulan e… oy… De îro mi go best û çem û kanî hemu bi ser de helyane hawar e limin... Ax were lê lê hesreta’m dayê oy... De îro mi go çiya û zozan, þax û newal Hemû mêl bûne li bende mane De îro min go behra Wanê werdigere Diçe diçe li qimê diçe pêl pêl diavê Weke bayê robarê li qimeye bayê kur e di dilê Kurdistanê de ye dilîline ya… Were eman neman oy… hawar e limin lêlê dayê oy De lê lê dayê oy nema... De xwezil ez teyrekî baskbelek bûma Ezê þax bi þax welat bi welat derya bi derya wergeriyame oy Ezê geh bilind bûyima, geh nizim bûma Minê baskê xwe li bayê tenik xista û bifiryama Behra Wanê dilê Kurdistanê, ev bû demek dirêj ku min Kurdistan nediye De ezê biçama li ber Behra Wanê dilê Kurdistanê De minê bi Dilê Kurdistanê deveniþtama Hawar e limin oy.. Were eman lê dayê hesreta min Ez keçikek gundî me Ez keçikek gundî me lo wez brîndar im Deþt û bajar nedîme lo wez brîndar im Gula mêrga gelî me lo wez brîndar im Ava çem û kanî me birayêm hew zanim Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min j’xortekî heskiribû Ji malê meriyê me Bav û birayêm nedan bûn sebeba serê min Bav û birayêm nedan bûn kelemê çavê min Bav û birayêm nedan bûn berdevkê devê min Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Min divê navir nemîne li ser rûçkê Cîhan Keç û xortik giþ bibin weke xwiþk û biran Li her derê ava bin da niþkav dibistan Ber dest û lingan mane em keçên Kurdistan Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Bira evîna dilê min Agir berda canê min Hêstir berda çavê min ay Hele were binêr hatî mala me Perwer Þivan Teb’ ser seran ser roniyan hat xozanê Kurdistan Derd û kulên me pir in bûne qîr û qitran Te bi deng û tembûra xwe bela kir li nav cîhan Lo bira derdo Þivano Xozano bar girano Bê waro periþano oo... Lo bira serê min b’gorî Em girtine bi zorê Bi saxî ketne gorê.... Sebra malan kara xezalan Sebra malan kara xezalan Bi me xweþ e wê nedin Serê xwe rakir kete du ala Lê li wê kes nebû xwedî Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e Wexta min dît gelek pê þa bûm Bi can û dil pê ra bûm Hêsir ji rû jor de hatin xwa Min nêrî lê beyan bû Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e Min go can û ceger xwiþka min Hel wer ba min em rûnin Serê xwe rakir kete du ala Ka ji bo çi wê mijûl be Bira bira derdê’m giran e Ho bira derdê’m giran e Ooo.. pir têne ser min ev gelek þerm e Ooo.. bela serê min ji wan re ne xem e De lorî kurê min lorî De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuþtin dayik bi gorî Gernas û mêrxas divê tu negrî Þênî ku sax bin nema tu bimrî Dujmin bi top û firok û leþker Bombardiman kir welat li her der Hilweþandin tev mizgeft û dîwar Kûr kûr dinalin jar û brîndar Zar û zêçên Kurd pir têne kuþtin Dexl û rez û pez tiþtek nehiþtin Tazî û birçî kir banger û berf Wan venaþêrin van þikeft û berqef Li ser zikê xwe diçin bi mestî Hin dest û hin pê, hin ser þikestî Di þevreþan de gernas e rêber Þêrê brîndar dema diçin þer De lorî lorî kurê min lorî Bavê te kuþtin dayik bi gorî Gelê hiþyar e gelek giha ye Tiving di dest e li ser çiya ye Sêr û piling in hawîr dibazin Doza me Kurdan serbest dixwazin Bi xwîn nivisîn li ser zinaran Livir nemaye cîyê neyaran Bi qeþte dujmin qada me berde Ev der welatê gernasê Kurd e Qada me berdin ji bo me yekser Em aþtîxwaz in me navê ev þer Em jî wekî we divên serbesti Ma kî dixwaze dîlî û bindestî Ey Reqîb Ey Reqîb her maye qewmê Kurdziman Naþikê û danayê bi topê zeman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Em xortên rengê sor û þoreþ in Seyr dike xwîna diyan me da rijan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Em xortên Midya û Keyxusrev in Dîn îman û ha îman her niþtiman Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Lawê Kurd e, bûye ser pê wek þêran Da bi xwîn neqþîn bike tacê cîhan Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan Xortê nuh tev hazir û amade ne Canfida ne canfida her canfida Kes nebê Kurd dimirin Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevî ala Kurdan | |
| | |
| rawen_dersim, Tesekkür Edenler: |
| | #2 |
| Serfirazkin (Venseremos) Îro gel dike þerê jînê Hêz dike bi xurtî û ramanî Bimre neyarê gela cunta Bijî ‘Yekîtiya Popular’ Serfirazkin serfirazkin biþkînin zêncîrê zordarî Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî Bi hurandin, bi girî fêde nakî Hatin wê bibe sosyalîst Wê sibe ji îro xweþtir çêbe Ewê dîroka min nû vebe Serfirazkin serfirazkin biþkînin zêncîrê zordarî Serfirazkin serfirazkin serfirazkin ala azadî Lê Dotmam Xeber hate min li ser eþqa dil Eywax gul bû evîndara bilbil Bilbil xema qet nakþîne ji gul Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam dayika me tev niþtiman e Diqîrî digazî li ber desta ne Wê çawa bê sebra me Kurdan e Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Dotmam tu pir þêrînî li ba þivan Lê niþtiman nadim bi hezar yaran Bo azadî dil û canêm qurban Bo rizgarî divêm axa goran Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam wey limin rûreþê Lê dotmam lê dotmam lê dotmamê Delalê evîndara pismamê Zeriyê evîndara pismamê Zembîlfiroþ Qinyata Zembilfiroþ û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroþ. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroþ Zembîlfiroþ zembîla tîne Delalo zembîla tîne Kolan bi kolan digerîne Nan û dahnê pê distîne Zarokan pê ditevrîne Gava ew zembîla tîne Xatûn li bircê dibîne Bi eþqa dil dihebîne Aqil diçe sewda namîne Ha dil were, ha dil were Kesê ji dil nekî bawere Ji mirovantî hatiye dere Xatûn : Kuro sêlka vir de bîne Mîr dixwaze te bibîne Buha buha ji te bistîne Lawiko ez brîndar im Zembîlfiroþ: Xatûna min a delal e Min bîhîstî Mîr ne li mal e Bazara’m bi malê helal e Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Ha dil were carek bi coþ Car car vexwe þerbeta xoþ Dilqinyata Zembîlfiroþ Xatûn : Zembîlfiroþ lawikê beyan î Ez dibêjim tu pê dizanî Min bo eþqa dil te anî Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroþ: Xatûna min a zerîn e Qusur li ser te qet nîne Lê dilêm kesî nahebîne Xatûnê ez tobedar im Delalê ez tobedar im Hay hay hay hawar e hawar e Hay hay hay hay.. Xatûn pir evîndar e Li ber rehma Xwedê xwar e Ji eþqê maye bê par e Evîndar e ma bêçare Xatûn li jor kar dike Zêr li eniyê par dike Kalên sedsalan har dike Xatûn : Çavên min mîna eynan e Biskê min mîna qeytan e Diranê min mîna mircan in Eniya min mîna ferþan e Berê min mîna fîncan e Fîncanên mîr û paþan e Sîngê min mîna zozan e Zozanên haft eþîran e Zembîlfiroþ, lawikê derwêþ Lê bike kêf û seyran e Zembîlfiroþ lawikê derwêþ e Keremke tu were pêþe Heqê zembîlên xwe bibêje Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroþ: Lê lê lê, lê lê Xatûnê Çavên te mîna zeytûnê Ditirsim ji agirê êtûnê Ya Xatûn ez tobedar im Tobedarê Xaliqê Cebar im J’ser toba xwe ez nayêm xwarê Xatûn : Zembîlfiroþ lawikê feqîr e Were ser doþeka Mîr e Bidim te guliyên herîr e Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroþ: Tu Xatûna li birc û van î Li ser text û li ser seran î Tu ji min re nabî kevanî Xwedî zarok û eyal im Zarok tazî û birçî li mal in Xatûnê ez tobedar im Xatûn : Zembîlfiroþ lawikê nenas î Tena derpî û kiras î Tu ji destêm nabî xelas î Lawiko ez evîndar im Zembîlfiroþ: Xatûna gerden bi morî Qet nabe bi kotek û zorî Tirsa min ji wî Reb ê jorê Xatûnê ez tobedar im Tobedarê Zerdeþtê Kal im Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê Ez nexweþ im Ez nexweþ im gewra minê Îro min go were ser min... ay… Gewra minê min go wez nexweþ im De were ser min Tuyê taya lihêfê rake vê êvarê rex û têkev ber min Ax… çi ferman e bira oy… Bextê te me gava gundî û cîran bêjin ew kî bû ew kî nebû Ezê bêjim Hekîmê Loqman bû hate ser min limin... Ez xirabmal im yeman, ez bendewar im yeman Eva serê çend û çend salên min temam Min terka welatê xwe da Ez perîþan im bira… ax çi ferman e dilo Qumrîkê Qumrîkê ez romî me belê Delalê ez romî me Kumsor û efendî me belê Kumsor û efendî me Xulam çavên reþbelek Aþiqa keçka gundî me De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra min nayê Qumrîka li ser zinara belê Delala li ser zinara Kulîlka nava dara belê Kulîlka nava dara Heyfa çavên reþbelek Ketiye destê neyara De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê Qumrîkê ser bi zêr e belê Sîng dergeha bajêr e Heyfa çavên reþbelek Qumrîkê didin mêr e De yar yar yar, de yar yar yar De yar yar yar, de yar yar De yar yar yar, de yar yar Bê te sebra (xewka) min nayê [b]Hinê bînin li teþtê kin|b] Hinê bînin li teþtê kin Þîr û þerbetê çêkin Kevçî bi kevî rûn lêkin Bînin li destê zavê kin Bînin li serê zavê kin Þarika bûkê heftreng e Dayê rabe dereng e Dawet hatî ber derî Bîhna zavê pir teng e Bîhna bûkê pir teng e Ha dîlan dîlan dîlan Stran dîlan û lîlan Çi bûkekî delal e Zava bû xwedî mal e __________________ | |
| | |
| rawen_dersim, Tesekkür Edenler: |
| | #3 |
| Yek Mûmik Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we Kanî mêvanê we lo, kanî mazûbanê we Va ye mêvanê me lo, va ye mazûbanê me Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Hatim Diyarbekir carek, min anî hine barek Heçî malê xort tê de, me dabûye desmalek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Narîn Hey lê lê Narîn, Narîn kubarê Ezê tu emelê dunyayê nakim Ezê têlekê ji tembûra sazbendan peydakim Ezê rojê deh cara xwe di ber deriyê mala bavê te de her û werim xwe li ba kim Ezê tu dila di ser çavê reþ û belek re qebûl nakim Keça bêsoza, reyisa bêbexta, toximê Ewana Derewînê lê Narîn, hey lê lê Narîn Hey lê lê Narîn, kubarê lê Narîn Narîn kubarê zozanên mala bavê me dudu ne De rabin em herdu bi çepilên hevdu bigrin bavêjin þaristanê xerîb Bila kesek nizanibe ez û mihuba dilê xwe li ku ne Gava xelk ji me bipirsin, bêjin hûn çiyê hevdu ne Emê bêjin ya wer em xuþk û birayê hevdu ne Hege xelk bêje ji bo þiklê ne weke hevdu ne Emê bêjin bavê me yek e, dayikên me dudu ne Toximê bextreþa, Ewana, nerindê, derewînê lê Narîn Hey lê lê Narîn, bêbextê lê Narîn Qîrînek tê Qîrînek tê ji dûr welat Nalîn diket deþt û newal Gazî dike dibê: Welat Kanî welat bimrim heval Pi gotin tê ji yekî þivan Pir dibêje li ser niþtiman Guh dirêjo gotin giro Ka welatê te Kurdistan? Dilo ez bimrim Dilo ez bimrim dilo hewar li vê buharê Li vê buharê dilo heyran li vê buharê Mirin pir xweþ e dilo hewar li milkê bavê Li milkê bavê dilo heyran li milkê bavê Hêsir li çavê min xweþ in û neþ in weke baranê Weke baranê dilo heyran weke baranê Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê Li vê payîzê dilo heyran li vê payîzê Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê Em bigrin lezê dilo heyran em bigrin lezê Mirin pir xweþ e bira hewar bi merd û cezê Bira azadîyê bira hewar bi merd û cezê Tirba min b’kolin bira hewar li Kurdistanê Li gulistanê dilo heyran li gulistanê Dilo ez bimtim dilo hewar li zivistanê Li zivistanê dilo heyran li zivistanê Mêr gelek bûne dilo hewar wek goristanê Wek goristanê bira hewar wek goristanê Emê ilm rastkin dilo heyran di dibistanê Di dibistanê dilo hewar di dibistanê Tirba Þivan hûnê çêkin li Kurdistanê Li Kurdistanê dilo heyran li Kurdistanê Kurdno rabin ji xewê (Xeberdan) Êdî bese rabe ji xew, xortê hêja keça bedew Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paþketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev þîyar bûn Tenê mayî tu raketî, xebata te bi paþketî Rohilatî pir bilind bûn, xelkê cîhan tev þîyar bûn Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez pir rind im li bende we me, lo gula sor im li hêvya we me Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Bandikim te Ruhayê lê, Diyarbekir pir deng daye Bitlîs û Muþ, Hekarî, Wan hilgirtine barê giran Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Ez Þivan im hêvîdarim, lo bi qîrîn û bi hewar im Ev bû bîst û sê salê min, dikim gazî û dinalim Dibe bîst û çar salê min, dikim gazî û dinalim Kurdno rabin ji xewêyo, merdno rabin ji xewêyo Hevalê bargiran im Hevalê bargiran im, hevalê þoreþvan im Hevalê þoreþvan im hevalê þoreþvan im Hozanê gelê bindest, hozanê we Kurdan im Ez dengê Kurdistan im, Endamê Kurdistan im Qet zen nekin her weha, li þorên we guhdar im Li þorên we guhdar im li þorên we guhdar im Nêm firotan nêm buha, gelê bindest re yar im Gelê bindest re yar im gelê bindest re yar im Nalîn tê ji Kurdistan, bo wê çêdikim helbestan Bo wê çêdikim helbestan ax bo wê çêdikim helbestan Destê xwe em dirêjkin hev, deynin baxê gulistan Çêkin baxê gulistan ax deynin baxê gulistan Alîkarê dilsoz im, rêdanê mêrê hov im Rêdanê mêrê hov im rêberê begê hov im Þoreþger im him Kurd im, bo xwînxwara bi xof im Bo xwînxwara bi xof im li ser wan tim bi xof im Ala rengîn Ala rengîn pîroz û xweþ, te hildigrim diçim bimeþ Tu’l ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geþ Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, niþana ceng î tu Ey xortê Kurdan silavê le bikin Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz Li ser bana, li eywana, roja þadî bi xeml û xêz Kesk û sor û zer î, niþana zafer î Ey keçên Kurdan silavê le bikin Te bi zîv û zêr tevde kildim, roja cengê ez te hildim Ger ez bimrim, ger ez rabim, Cegerxwîn im serbilind im Ala sê rengîn î, pîroz û þêrîn î, niþana mizgîn î Ey xortê Kurdan silavê le bikin Mihemmedo Wî de loy loy loyloy loyloy loy loy de loyloy.......de loloy loy Mihemedo hevalo Wî de dayê bejna Mihemedê min nîþana serê çîyan Bejna delalê min nîþana serê çîyan Wî de agir bikev mala van romiyan Derbeke li bejna Mihemedê min dane van hoviyan De loy loy.... loy loy...... Mihemedo hevalo Ax de loy loy.... gula cimatano loy loy Destmala destê xortano loyloy..de kelemê çavê dujminano... Wî de yadê diyaram çiyayê Qerejdaxê biþewite bi kevir e Wey xeberdana xeberê dibêjin eskerê Romî rêç û durbên Mihemedê min digire Û emê xeberê bidin Diyarbekir û Siwereka xopan Bira heyf û tola Mihamedê me bigire de loyloy..Mihemedo cano Ax de loyloy... gula cimatano loyloy destmala destê xortano loyloy Kelemê çavê dujminano Warê me ye Warê me ye warê me ye Þûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li piþta me Pezê me, pezê me Diçêriya li çiyayê me Talan kirin, girtin birin Agir berdan konê me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li piþta me Zarokên me zarokên me Ji bir nakin ew rewþa me Perçiqandin jiyîna wan Xwestin vemirin ocaxên me Li me girtin bi zordestî Kesek tune bû li piþta me Mêrgê me na mêrgê me na Lê gul diçînin keçê me na Jêdikirin gulyê wana Ez j’bîrnakim zarîna wan Warê me ye Warê me ye warê me ye Þûna bav û kalê me ye Ji me girtin bi zordestî Kesek tune bû li piþta me Kurd in em in Gerçî toþî rencerayî û hesret û derdim emin Qet lades em çerxe siqlê nabezim merdim emin Ger le birsan û leber bêbergî îmro req helêm Nokerî begane nakim ta le ser herdim emin Ax eman…. Ax Aþiqî çavî kejal û gerdnî pir xalnim Aþiqî kêw û talan û benden û berdim emin Min lezencîr û tenaf û dar û bend bakim niye Letletim kin bimkujin hêsta delim Kurdin emin Mîmîcan Hatim mala bavê te, hele hele hele hele Mîmîcan Bo xatirê çavên te, hele yar hele yar Nînacan Pir xanim e dayika te, hele yar hele yar Mîmîcan Xweþ camêr e bavê te, hele yar hele yar Nînacan Bejn û bal çav û biryên te hele hele Mîmîcan Çi xweþ li hev hatine, hele yar hele yar Nînacan Li min bibihorî ezbenî, hele hele hele Mîmîcan Bêhemd dilê min ketiye te, hele yar hele yar Nînacan Em hatine te bixwazin, hele hele hele hele Mîmîcan Ser çavan gilî û gazin, hele yar hele yar Nînacan Mala bavê te ava be, hele hele hele hele Mîmîcan Bixêrhatina me dixwazin, hele yar hele yar Nînacan Gotin: Þivan Perwer Muzîk: Gelêrî | |
| | |
| rawen_dersim, Tesekkür Edenler: |
| | #4 |
| Ehmedê Mala Mûsa Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê Hûnê çawa bikûjin xweþmêra ji bo xatirê mi rebenê xweþik jinê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavên reþ û belek hûn dibînin îro ax ketinê Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweþmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e Tesbîhê di destê wî de ji kevrê þadî, lê ji kehreban e Ew mêrxasê xweþmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim: Ew e mêrê bi sed mêran e Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê Keçik û kurikê me derketin govend, þahî lê vê dîlanê Salihê pismamê min bang kir got: Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê... Dilê min þewitî lê agir danê Heywax li min heywax li min mala minê Heyfa çavê reþ û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê Gotin û Muzîk: Gelêrî Çavkanî: Seîd Axayê Cizîrî Berhevkar: Þivan Perwer Gulnîþan Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîþan Buhar e êvar e, sîyê girtî zinar e Keç û xort li seyranê Ji xeynê me dost û yar e Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan Ezê biçim xûrbetê, da bo te bikem nîþan Gulnîþan gulgulî, kesk û sor da xemilî Kesê Gulîþan nevê, ew delala vî dilî Kesê Gulîþan nevê ew serdilka vî dilî Gulnîþan Gulnîþan esmer halim perîþan Ezê biçim xerîbiyê, destmala’m bo te nîþan Çavkanî: Hesenê Cizîrî Berhevkar: Þivan Perwer Mamê min Were dotmam were dotmam were dotmamê Tu kulîlka nava þax û zozan Wele dotmam heçî kesê derdê evînîkê nedîtiye Ax de bila li min û dotmama min nekin gazind û loman... Ay de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava þetê me þerbet e... Pêla navîn li ser hev kete Lê dotmam dibê evînîka xelk û alemê adet bû Ax ya min û dotmama min li Cizîra Bota bûye çi qebhete Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê Wele dotmam ava þetê me hêþîn e, pêla navîn ser û bin e Wele ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Wela heke mamê min dotmama min nede min Wele ezê çepilê dotmama xwe bigirim birevînim Biqelibînim ser çemê Xalidikê… Ax de domamê... ax zerî kubarê dil evîndarê… Wele domam wele domam, navê dotmama min Gulçîn e Tava heyvê daketiye Cizîra Botan ser û bin e Ezê herim dotmama xwe ji mamê xwe bixwazim Lê lê heke dotmama min nede min Ezê bêjim mamo tu xwînîyê serê min î Ax de dotmamê dotmamê Wey de dotmamê, ax zerî kubarê, wez bi xûlamê Gotin û Muzîk : Meryem Xan Berhevkar : Þivan Perwer Heybênin Heybênin bênin Kejawe bênin Ew kiçe mindal e dilî meþkênin Erê çinar û lawlaw Cana zerya nemawe Erê min bo kê digrim Kê bibe ya ma Heybênin bênin Kejawe bênin Belê delên le bane Cana xum exime xwarê Erê xum eximê bawiþ Gel gele darê Heybênin… Erê delên lew bane cane þede herzan e Belê þidê qabilî bala berzan e Hey bênin, bênin Belê dibên hingiv ket Canam le qutya þîn da Belê ê man çûn xazgînî Vala hatin bi þûn da Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî) Çavkanî: Tîpa Silêmanî (Enwer Qeredaxî) Berhevkar: Þivan Perwer Sarê Sarê rabe êvar e, delalîkê rabe êvar e Sîyê girtî zinare Sî ket ber dîware Min bi heyrana gerdenê Wan biskê te yî li dar e Sarê keça Sûrya ye, delalîka dayik û bava ye Min go Sarê were vir Sûryoyî xeber daye Dinê me ji hev cuda ye, lê dilê me di hev de maye Em gelek ji hev hezdikin Ferqa dîn qet nemaye Sarê tu Sara min î, rindikê tu yara min î Ez bi heyrana gerdenê, wan biskên te yên þekirî Zar û ziman ne zor e, ger tu dixwazî fêr bibî De were te fêr bikim, da bi Kurdî xeber bidî Gotin û Muzîk: Gelêrî Hekîmo Were bêje Hekîmo… Hekîm qûrban tuyê bi xwe kî Xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî… Tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî Tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara Mazî Wey esmerê bînî þîrê teyrê bazî, emê pêþkêþî hekîmê xwe kin Bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm Heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû, ezê pêþkêþî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî Evdal im evdal im… nemînim nemînim… wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêþîne Were bêje hekîmo, hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî, wî e hê hê… bîne vî alî Tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî De tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara Tovê biyê, ji koka dara darkinêrê, wey Esmerê bîne þîrê teyrê barî Wesmerê bîne þîrê teyrê barî, wemê pêþkêþî hekîmê xwe kin Hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka Hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî Tu yê bi zêrê stûyê me razî bû, razî nebû wezê pêþkêþî hekîmê xwe kim cotê zermemkên qerqaþê hejde salî Wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim… Wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêþîne Gotin û Muzîk: Evdalê Zeynikê Çavkanî: Þeroyê Biro Berhevkar:Þivan Perwer Seyran Nisan meha seyran e Dema bihara gulan e Vebûn gul û gulxunçe Çirîka bibilan e Were evîn were ba min Jana dil axîna min Ez heliyam li ber evînê Dermanê dil bide min Heyva çarde çû were Dewir û dem nema bi me re Ez nexweþ im bêhal im Beriya ku can bidim wer Gotin: Þivan Perwer Muzîk: Gelêrî Yaro Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Ezo þûne naçi verdi Yara rendek sujî verdi Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Yaro delalo rindek e Him alvoz û him hevalik e Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Xûda yarê min gunek e Gûzeka spî moreke Yaro yaro yaro yaro Yaro yaro yaro yaro Xizir vezo marê biyaro Gotinû Muzîk: Gelêrî Berhevkar: Mehmet Çapan Lemlanetkem Lemlanetkem, suk were dest le milanit kem Xu min yexsîrî tu nîm, hewaley þêkanit kem Xu min yêxsîrî tu nîm hewaley kiwstanit kem Qela û Sefîn beramber Yarekem e’bay kirde ser Bo xoy deçê bo seyran Minîþ kirdûwe derbeder Be danîþin du be du Kelegetî xal le rû Aþiqî le xwe birdû Bo ru awirim tê berbû Ey gulî þaxî Sefîn, ey ciwanî þeqlawe were Were dilim be ax û keser e Were le ser Sefînewe birwane Wek evînî min çend kûr e Were were were ey hewar were Hewlêr piþtî çiya ye Nawerastî kela ye Mesîf ser banu ma ye Min Þeqlawem xûþ dewêm Ji ber Leyla tê da ye Gotin û Muzîk: Gelêrî (Soranî) Berhevkar:Þivan Perwer | |
| | |
| rawen_dersim, Tesekkür Edenler: |
| | #5 |
| Gulîzer Dibêjin gul nexweþ e wey gulîzeram Dibêjin gul nexweþ e wey gul ez bimrim Rebenê bi bextê reþ e Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Gula min gla zer e wey gulazerê Gula min gula zer e wey gulîzeram Ber çavêm here û were Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Gula min bê evîn e wey gulevînê Ez bûm Mem ew bû Zînê Wey gul wey gul wey gulîzer Derdêm yek bû bûne sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Wax derdêm yek bû te kir sedhezar Ez ji vî canê xwe bûme bezar Hesenîko û Asê Hesenîko qurban ava çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê…. Hesen qurban wezê li qiraxa çem rûniþtîme li benda te me hoyê... Wezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te min derbasî wî alî ke Wez kefîla heqê te me hoyê... Na na wele tê min derbas neke wezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî, wezê derbasbim cem Hesenîkê xwe, wez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê... De lê lê wî Asê... Lo lo Hesen dîno wezê naçim Mûradê lo bilind ciya hoyê... û çû keriyê mala bavê min danîne li zozanan cem bêxêrê pezkuviya hoyê... Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê... Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min, min dane lawê Heskê Xelo ew þûndokê ser xaniya hoyê... De lê lê wî Heseno... Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê... Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê... Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara Wele minê bizanibiya te yê ji min ra bigota Asê xwehingê, minê bigota Hesen bira hoyê... Na na wele biþewite mala zalim û xêrnexwaza sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevirê hoyê... De lê lê wî çi bike Asê... Hay gidî Xeydokê Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê Li Ruhayê dewran e, li Siwerekê ferman e Ji bo xatirê Xeydokê, eþîr tevda di þer da ne Bona çavê Xeydokê eþîr tevda di þer da ne Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê Xeydok hat û hewa çû, kê lê nêrî ji dil va çû Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû Bona çavê Xeydokê eþîr tevde têk ve çûn Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban Çi Xeydokek dil û can lo eþîr tev jê re bûn qurban Et di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan Hemû hatin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê Þêrînê þemamokê lê li min gidî Zeynokê Bejna te zirav e, weke þitila tuhokê Dûzgî De bê wayiro Dûzgî Dûzgî Dûzgî Mekanê to berzo Xwe ser de qîmetê heyet velerzo Wazê topî xoma sera dûr berzo De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro De bê wayiro de bê wayiro Pelgê defterê radê orê dîwanî Gola Dêrsimî kena mawkê kamî Berkenê bergêy benê gavanî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Khêla Dêrsim sero mekanî Zalim ta ana rozî keno xan û xopanî Kafirî çi xwo ra vira kerda Kêla birêna, yaba vêlî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Ya Dûzgînê minê kemerî Ez û to kerdo amo verê têberî Ê te kerdo amo verê têberî Komê xo ra vazî xebera te xêrî Ev ri sê nîma te ro çavêyî serî De bê wayiro de bê wayiro Gola Dêrsim de qom bê wayiro Gotin û Muzîk : Gelêrî (Dêrsim) Berhevkirin : Daimi Cengiz Bew Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Mizgîn mizgînî bew bew kiras hatewa Yarim le nêw hat sera datewa Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Çîftî çawderî wey wey çi bînay çênî Xwuday wanê ser mergit naybênî Bew bew bew xemil xasekem Baxî new bew bew dîde razekem Gotin û Muzîk : Gelêrî (Soranî) Berhevkirin : Þivan Perwer-Rênçber Xoþnav Mîro Ez çûme kelê Kela li evrazî Dergeh asin e Kilîl dar û mazî Tu bi Xwudê mîro mîro Esmerê bixwazî Ûy yeman yeman esmerê yeman Ûy yeman yeman esmera min yeman Tev xweþî birin eman eman Tehlî bo me man Xweþî tev birin mîro mîro Rindî tev birin yeman yeman Tehlî bo me man Rindî tev birin mîro mîro Nexweþî bo me man Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkirin : Þivan Perwer Koçerê Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Piþta mala bênderê Eman eman koçerê Beriyê xaniyê me bi kevot Piþta mala me bi kevot Melkê mewtê here jor Melkê mewtê were jor Da biçe seyra dawetan Xweziya min kejîyan firot Eman eman koçerê Eman eman koçerê Min dît li afirê gamêþa Te dî li afirê gamêþa Tilya min girt û kêþa Gava çavê min lê ket Þîþa dilê min êþa Eman eman koçerê Eman eman koçerê Tu bi qolana kemberê Radimûsim kejîzerê Piþta mala bênderê Eman eman... Gotin û Muzîk : Gelêrî Çavkanî: Hesenê Cizîrî Pawanekanî Pawanekanî dezirîngî tewa Qefle laya Hewlêr e egirê tewa Qefle laya Kerkûk e egirê tewa Çavreþim wa were Bênxweþim zû were Emro ezîzim were Rûhîþîrînim were were were A wan e zêrî hejdeh eyar e Yarekem bi naz û nazik û nazdar e Çavreþim wa were Bênxweþim zû were Emro ezîzim were Rûhîþîrînim were were were Ax eman nazdarim were Were ezîzim delalî ey gulî þaxî sefîn were Canim desotî be agirî to were ezîzim were Ax eman nazdarim tu Dilþadî min perîþanim were Bangî le canekim bawere be dil perîþanim Wek cîhan bûme perwaneyî tu ey hewar Were ey ezîzim were Le dûrî to ye þêt û þeyda mam Carî were hey canim çaw le rêka ma Çavreþim wa were Bênxweþim zû were Emro ezîzim were Rûhîþîrînim were were were Gotin û Muzîk : Gelêrî Berhevkirin : Þivan Perwer-Nazmî Nazim | |
| | |
| | #6 |
| ellerine saðlýk güzel bir paylaþým ...! | |
| | |
| | #7 |
| spas hewal eline saglýk | |
| | |
| | #8 |
| delalenin sözleri varsa bana yollayabilirse hayir sever bi arkadas coook memnun olurum...tesekkürler | |
| | |
| | #9 |
| sax bi bavemýn | |
| | |
![]() |
| Seçenekler | |
| |
Benzer Konular | ||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| Þivan Perwer | &xezalým& | Kürtce Full Albüm Istekleri | 1 | 23.12.2008 21:41 |
| þivan perwer (naze) | ibrahim21 | Silinen Konular ve Mesajlar | 2 | 02.05.2008 01:14 |
| þivan perwer (name apo romada) | ibrahim21 | Silinen Konular ve Mesajlar | 1 | 28.04.2008 18:15 |
| þivan perwer (delale) | ibrahim21 | Silinen Konular ve Mesajlar | 1 | 05.12.2007 18:28 |
| þivan perwer (mýhemedo) | ibrahim21 | Silinen Konular ve Mesajlar | 0 | 30.10.2007 08:33 |